شات عفرين و حاج خليل
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

شات عفرين و حاج خليل


 
الرئيسيةالبوابةأحدث الصورالتسجيلدخول
بحـث
 
 

نتائج البحث
 
Rechercher بحث متقدم
المواضيع الأخيرة
» اكتب بالكردي ... bi Kurdî deykin
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء مايو 02, 2012 2:15 pm من طرف فاطمة البرشلونية

» رسائل كردية Mektûbê mûbayla
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأحد أبريل 29, 2012 10:35 pm من طرف فاطمة البرشلونية

» كتب تعليم اللغة الكردية
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالإثنين أبريل 02, 2012 2:15 pm من طرف ali awad

» مواقع كردية و الفنانين الأكراد
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالإثنين يوليو 18, 2011 8:23 pm من طرف eyuob

» 4 طرق فاشلة لنسيان قصة حب فاشلة
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالخميس يونيو 30, 2011 9:34 pm من طرف HEV ROAN

» أغاني كردية فلكلورية 2
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالخميس يونيو 30, 2011 9:21 pm من طرف HEV ROAN

» سحر كلمة شكر
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء مارس 16, 2011 10:42 pm من طرف roj efrin

» موقع المدرسة الكردية
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء مارس 16, 2011 10:01 pm من طرف roj efrin

» انا جااااان سربست رحبو فيني
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء مارس 16, 2011 10:01 pm من طرف roj efrin

» موقع الكردي قرية قسطل جندو
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء مارس 16, 2011 10:01 pm من طرف roj efrin

» أكتب بالكردي دون ما تنزل الخطوط الكردية من اي جهاز واي اي نطام ويندوز
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالسبت فبراير 05, 2011 12:11 am من طرف نورهان

» قائمة الطبخ الكردي 000
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأربعاء فبراير 02, 2011 5:04 am من طرف نورهان

» الغتربين
رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالسبت يناير 22, 2011 8:42 am من طرف جان سربست

ازرار التصفُّح
 البوابة
 الفهرس
 قائمة الاعضاء
 البيانات الشخصية
 س .و .ج
 ابحـث
منتدى
التبادل الاعلاني

 

 رسائل كردية Mektûbê mûbayla

اذهب الى الأسفل 
5 مشترك
كاتب الموضوعرسالة
dlshan
مشرفــــة عامــة
مشرفــــة عامــة
dlshan


انثى
عدد الرسائل : 82
العمر : 36
العمل/الترفيه : طالبة جامعية
المزاج : آخ آخ
البيانات الشخصية : 0
تاريخ التسجيل : 13/08/2008

رسائل كردية Mektûbê mûbayla Empty
مُساهمةموضوع: رسائل كردية Mektûbê mûbayla   رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالسبت أكتوبر 18, 2008 4:50 pm


Hinek mûktûbê mûbayla ji bo we Hinek jê ji xeyalê min in û yê din jî min dane hev Sipas


Mektûb


Min di jîyana xwe de sê tişt hez kir, Tu, Dilê xwe û Hêvîkirin, min ji Te hez kir, ji ber ew Tu bû, min ji dilê xwe hez kir, ji ber ew jî ji te hez kir bû, û Hêvîkirin, ji ber ez hêvî dikim, Tu ji min rojekê hez bikî û min bê Hêvî nehêle

ÇAVREŞA MIN
Ez li çavê te di nerim , Stêrkekê dibînim, Ez nizanim, Ew ez im , ne ez im, Ger ew ez bim, ez naxwazim ew stêrik ti rojê roniya xwe winda bike çav reşa min.

EVÎN
Navê te evîn, Tu bi xwe evîneke, roja min te dît, min ne tenê te nas kir, min evîna xwe jî nas kir, ne te û ne evîna xwe ez naxwazim winda bikim, Tu û Eîvn bo min dil û can in, dil bê can, can jî bê dil nabe evîna min.

KEJÊ
Tayên porên te wekî tava rojîn in, dibiriqînin, tarîyê ronî dikin, çavên te yên Kesk wekî gulên zer in ên li ser erdê, Tu ronîya çavê min î,ne çavê min bê roniya xwe di kare bibîne, ne jî ez dikarim bê te bijîm.

Ez û Tu, erd û ezman in, em ji hev dûr ketine, kê me dûr xist? ez ezman bim, tu erd be , emê xwe dîsa bigihînin hevû dû.

HÊSIRÊN ÇAVÊN TE
Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman di bin avê de hiştin, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çav reşa min, çima ew hêsir ji çavên te dirjin, ezê dilê xwe jê kim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bela ew hêsirên çavên te nerijin.

ROJDA
Te roj da min, te ronî da min, te dil da min, te evîn da min, ROJDA , xwedê, te bo min daye

GULA MIN
Gula min, gula sor, gula zer, gula kesk, TU gula nîsana kurd û kurdistan î. Ez ne te, ne jî kurd û kurdistan berdidim, min we kiriye dil û can.

Tu ketîyî xewnên min, tu ketîye dilê min, tu ketîye ruhê min, ez çi bikim ?
Ji te dûr im, te nabînim. Li ser te ez cegerxwîn im. Çi bêjim ko nikarim bêm, di îro de tu ne li cem min e ey cegerxwîna min.

KÎ ME EZ ?
Ez im ez, bo te dinalim, bo te dimrim, ez bo te dihelim, Te min tenê hiştîye, te min bê dil hiştîye, li te digerim ,te nabînim, ez bê te najîm, û ez ne jiyam û ezê nikaribim bijîm ger tu neyê.

Eger rojekê lêvên te ziwa bibin, ezê ji bo te çem û newalan bînim, eger rojekê çavên te tarî bibin, ezê ji bo te tav û rojê bînim, eger rojekê tu li evînekê bi gere, ezê ji bo te xwe û dilê xwe bînim.

Eger rojekê te ji bo min got, erê, tu bi zanibî, ew roj ji bo min roja zayîna mine.

Min xwast, ez te ji bîr bikim, wexta çavê te hat bîra min, min wê çaxê dizanî bû, ez nikarim te ji bîr bikim, ji ber ko, tu ronîya çavê minî Wexta tu bawer nekî, ez bi devê xwe dibêjim, ez ji te hez dikim ; wê çaxê li çavê min bi nere û bixwîne; ew ji te hez dike bawer bike.

Eger rojekê em li cem xwedê hatin cem hev û xwedê ji min pirs kir, tu çima li dû min nehatîye, wê çaxê ezê bêjim, min bibûrîne; evîna min (TU) ser û dilê min biribû, ez li dû wê çûm, Tu ( xwedêye) min dişewitînî na şewitînî tu di zanî.

Ez di jîyana xwe de du kora nas dikim, yek ez, ji evîna te kor bû me, yeka din ez nabînim, yek jî tu, tu nabînî, ez çiqas hez dikim.

Eger tu bi xwazî zanibe, ez ji te çiqas hez dikim, wê çaxê dest bavêje ser dilopên baranê, dilopên te girtiye, ewqas tu ji min hez dikî, dilopên te negirtiye, ewqas jî ez ji te hez dikim.

Eger tu gulek di nav çolên afrîka-sahara de be, ez dîsa te bernadim û bi hêsirên çavê xwe te av dikim, jîyanê didim te û xwe.

AGIR
Ma agirê bûye arî dîsa dişewite ? Ma ava bûye berf her tim diherike ? Ev çavên ji te hez kirine û te dîtîye, çawa di kare ji yeka din hez bike û bibîne ?

Eger qelem/pênûs ji destê min bigrin û nehêlin ez binivsînim, wê çaxê ez canê xwe dibirim û dinivîsînim; ez ji te hez dikim, kesek nikare me ji hev bi qetîne.

Eger şev û roj ewqas dirêj bin, çawa be ez di te de difikrim, ewê ne roj ,û ne jî şev were, ez her dem di te de difikrim, min şev û roj bi ser û bin kiriye.

STÊRK
Tu wekî stêrkên li ezmanan, ronî, rind û dibiriqîne, lê ez bêjim, ew bi sedan in, lê tu bo min yek î,
STÊRKA MIN

Eger tu hêsirek di çavê min de ba, ez qet ne digirîyam*** ji bo ku, carekê jî min te winda nekir ba.

Min dixwast ez gulek ba ma*** ji bo ku , te min carekê bêhn bikira, ez biketama dilê te û qet der neketema heta mirinê.

Dîsa şevek dirêj bê xewn, dîsa tenê ez di te de difikirîm, dîsa êvarî bû girî*** dîsa sibe bû, min di got belkî her tişt bi dawî bû, lê ev hat hêş û mejiyê min; ez ji te dîsa hez dikim, ez bê te nikarim bi jîm.

Heyva li ser ezman tenê ji bo te dibiriqe û dibêje; min ji bîr meke, Ew ji bo te agahîyek tîne û zirav zirav di guhê te de dibêje; di Xewnên xwe de min bibîne

Ez kûr kûr li wêneya te di nerim, dixwazim tu li vir be, lê tu ne li vire, ji min dûre, birîna min kûre.

Tu ji evînê hez dikî, ji evîn evîntir evîna mine , ji hezkirina min hezkirintir dîsa hezkirina mine.

Tu çi qas keçika bibînî û tu bawer dikî ew ji te hez dikin, lê tu bi zanibî, ji min zêdetîrîn kesek ji te hez nake

Tu li stranekê deh caran guhdarî bikî û tê xuşik bibînî ez stran çi qas xweşike û xweşe , tu zilamekî nas dikî tu wî belkî her roj dibîne lê tu xuşik derdixî tu ji wî hez dikî û ew jî ez im.

Ez JI te pirr hez dikim, dilê min ji bo te pirr germ dibe, nizanim çawa ji te re bêjim? Nizanim tu jî ji min hez dikî nakî ?

Ez sê gulan ji bo te dişînim, gula zer bo başbûna te gula şîn bo dîsa dîtina te , û gula dawî jî hêdî hêdî bi tirs dişînim û dibêjim, ez ji te hez dikim.

çav reşa min
Eger tu hêsirek çav biba, ez ti car ne di giriyam** ji bo ku ez te winda nekim, lê min nikarî bû hêsirên çavê xwe bigirta ? Ma min te wînda kir ?

Eger tu li ezmanan bi nere û te dît , stêrkek ket , zanibe ew ez bûm , Min ji bîr neke .

Ez ji te hez dikim, ez nikarim dilê xwe bisekinînim, ew ji bo te lê dixe, EW dibêje, ma emê kînga bighên hev ?

Roja tu ji dayik bû, rojek bi baran bû , lê bi rastî baran ne di barî, ezman di giriya, ji ber ez ezman stêrka xwe ya xuşiktirîn û rindtirîn winda kiribû û , ew jî tu bû.

Min bo çi ev SMS nivîsand ? Yekê got te min ji bîr kiriye, ma ev raste?

Heyv derdûra erdê di gere, erd derdûra rokê di gere û ez jî derdûra te digerim.

Min gulek bêhn kir, derzîyê gulê min birîn kir, xwîn rijîya nivîsand û bi rê kir , ez ji te hez dikim wa şêrîna wek şekir.

Bêhn vedanek , ez ji te hez dikim, tu jî bihna xwe venadî ?

Ez çavê xwe digirim û bi te difikirim, te dibînim, ez destê xwe didim ser lêva xwe û li te digerim.

SMS-ek bo TE, ez Te maç dikim, ger tu bixwazî, ez Te her dem maç bikim, vê SMS-ê dîsa bixwîne; EZ TE MAÇ DIKIM

Eger şev be ; tarî be; te stêrikek bi derd û kul dît , xweş zanibe ew ezim.

Min qet ji bîr neke, qet ji bîr neke, eger te min carekê ji bîr kir, wekî carek din min neke serê xwe û heta mirinê min ji bîr bike.

Tu pir dûre tu tine , tu pir nêzîk jî tu tine , nizanim , tu li ku ye

Xwezya ez ba bama min ew porê te bi hûnanda , ez tav bama min canê te hênik hênik kirba û ez heyv bama min her şev li te nerî ba.

Bê xewn nikarim rakevim, bê hêsir nikarim bigirîm, bê ronî nikarim bibînim û bê te nikarim bijîm .

Min qet melekek nedîtibû min te dît , ez di zanim melek çawa ne , ew melek ezraîl jî be dîsa ez jê na tirsim , hez te dikim.

Pirr sivik e, ez bêjim, ez ji te hez dikim, lê pirr giran e, ez bêjim ez te berdidim!

Wexta ez serê sibe zû hîşyar bûm, rokê lê çavê min xist, min di zanî bû, tu jî hîşyar bûyî, ji ber ko, Tu roka ronaîya çavê minî.

Qet bi stêrkan bawer neke , ji ber ko ew di biriqînin û di çilmisin, qet bi gulan bawer neke , ew bêhn didin û dîsa hişk dibin , lê bi min bawer bike dilê min tenê yê teye û ez tenê ji te hez dikim heta mirinê.

BARAN
Nizanim baran çima dibare, erd şil bûye, çem û newal bin avê da mane, ma eyyy baran tu dixwazî çavên min jî şil bikî ? Ma ew ji xwe şilin ji ber hêsirên çavên min bo EVÎNA min.

Eger rojekê tu di xwazî hez bikî, yekem ji xwe hez bike, dûra min, ji ber ko, min ji te hez kiribû wek xwe.

Du gulên me hebin, yek sor, yek sipî. Gula sor a te be, a sipî a min be, eger te min ji bîr kir, bela ew gula sor bi çilmise, lê eger min te ji bîr kir, bela ew gula sipî bibe kefena min bo mirinê.

Baweriya te bi gotinên(ez ji te hez dikim )nebe; Baweriya te bi hêsirên çavê min hebe; ew ji bo te di dirijin.

Ji min re gotin, Jiyan lîstikeke û rolê herî giran dane min, gotin Jê hez bike ; min jê hez kir, dûra gotin, ji bîr bike, min wê çaxê dît, ez lîstikvanekî xerab im, ji ber ko, min nikarîbû ji bîr bikira.

Çima çavên te dizî dizî mêze dikî ? Ma ew çavên te tiştek veşartine ?

Berê ez ji tarîbûnê di tirsiyam*** ji baranan direviyam*** îro jî tarîbûn bûye bextê min û baran jî hêsirên çavê min.

Evîna min doşeka te be , hez kirina min lihêfa te be , dilê min balîfa te be , xuşik û rindik rakeve çav reşa min.

Eger tu ew qas kwîr bûyî , tu min nabînî , tu bi zanibî , ez ji te kwîrtir bûme , ez nikarim evîna xwe ji tere bêjim.

Min sûnd xwaribû, ez te ji bîr bikim, wexta hêsirên çavên min barî, min dizanîbû, min derew kirîye, ez nikarim Te ji bîr bikim.

Rojên şêrîn û baş bo te bin , tu hêjayî van rojan ,eger rojek hat te min ji bîr kir , xem nake , canê te sax be.

Rojekê evîna min pirs kir, evîn çi ye, min got, rojekê bide min, ez bifikirim, roja din min wê bi yekî din re dît, ez hêdî-hêdî çûm cem wê û min got, Tê bîra te , te pirs kiribû evîn çî ye ? Ez bersiva xwe anha bidim; evîn derdek kûre ; Tu ji min dûre.

Dibêjin , sibê baştir dibe , ma îro ne siba doye ? (bê hêvî me ).

Tu dibêjî, Ez ji tavê hez dikim, lê tu direvî bin daran, Tu dibêjî, ez ji baranê hez dikim, lê tu şemsiya xwe vedikî; ez di tirsim, tu bêjî, ez ji te hez dikim,û tu ji min jî birevî.

HÊVÎYA TE ME
Ezê şerabê bidim te serxweş nebe , ezê gulekê bidim te ne çilmisîne, ezê dilê xwe bidim te ne êşîne.

Te her roj di got , kesek ji min hez nake , min di xwest ez hêdî bikevim cem te û bêjim , ez ji te hez dikim.

Ji min re gotin , dinya gurovere ma tu çû , tu çima venegerîya ba min.




Evîna min doşeka te be , hez kirina min lihêfa te be , dilê min balîfa te be , xuşik û rindik palde û rakeve çav keska min.

Herger Tembûr bimîne bê saz û stran bimîne bê awaz û heger ez bimînim belengaz tev wilo jî cejnekê ji tere dişînim bi teryrekî re baz

[/size]
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
avdar
عضو نشيط
عضو نشيط



ذكر
عدد الرسائل : 16
العمر : 39
العمل/الترفيه : صاحب محل تجاري
المزاج : عادي
تاريخ التسجيل : 12/08/2009

رسائل كردية Mektûbê mûbayla Empty
مُساهمةموضوع: رد: رسائل كردية Mektûbê mûbayla   رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالثلاثاء أغسطس 18, 2009 2:31 am

Smile Smile الله الله شو هالانامل السحرية انسة دلشان يسلمو ايدكي عن جد شي رائع بل اكثر من رائع
تقبلي موروري
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
دلبرين
عضو جديد
عضو جديد



ذكر
عدد الرسائل : 1
العمر : 34
العمل/الترفيه : صيانة كومبيوترات
المزاج : عادي
تاريخ التسجيل : 02/08/2010

رسائل كردية Mektûbê mûbayla Empty
مُساهمةموضوع: رد: رسائل كردية Mektûbê mûbayla   رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالإثنين أغسطس 02, 2010 9:49 am

الله عليكي
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
sherooo
عضو جديد
عضو جديد
sherooo


ذكر
عدد الرسائل : 1
العمر : 35
العمل/الترفيه : تجارة
المزاج : غامض
تاريخ التسجيل : 12/08/2010

رسائل كردية Mektûbê mûbayla Empty
مُساهمةموضوع: رد: رسائل كردية Mektûbê mûbayla   رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالخميس أغسطس 12, 2010 9:21 am

spass
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
فاطمة البرشلونية
عضو جديد
عضو جديد



انثى
عدد الرسائل : 2
العمر : 31
العمل/الترفيه : طالبة
المزاج : جيد
تاريخ التسجيل : 27/04/2012

رسائل كردية Mektûbê mûbayla Empty
مُساهمةموضوع: رد: رسائل كردية Mektûbê mûbayla   رسائل كردية Mektûbê mûbayla Icon_minitimeالأحد أبريل 29, 2012 10:35 pm

كيف احصل عالرسائل الكوردية Very Happy فاطمة البرشلونية[b]
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
رسائل كردية Mektûbê mûbayla
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
شات عفرين و حاج خليل :: عالم الترفيه :: مسجات-
انتقل الى: