dlshan مشرفــــة عامــة
عدد الرسائل : 82 العمر : 36 العمل/الترفيه : طالبة جامعية المزاج : آخ آخ البيانات الشخصية : 0 تاريخ التسجيل : 13/08/2008
| موضوع: Haylo li min السبت أكتوبر 18, 2008 8:55 am | |
| Kewa gozel îro fistanê belek li bejna xwe kir, Bi dilê şewitî xwe da nav derî, li min mêze kir, Xwedê zane sala îsal, min ji dîlbera xwe pirr hez kir, Ez çi bikim şansê min tune bû Xwedê Teala ji min ra nesîb nekir. Gelî hevala hun dizanin dîlbera min rind e, bê qisûr e, Eger hunê pirsa eslê kewa min dikin kew min bi eslê xwe jî koçer e, Kewa gozel tu dizanî misliman lime stariyê nakin were ezê bi destê te bigirim te birevînim, bavêjim dewletekî ji van dewletê gawire. Koçera min tu yî ji min ra sebra dila, Malşewitiyê te sing şênê ji baxçê gula, Qey tu nizanî kes li me stariyê nake were ezê bi destê te bigirim birevînim bavêjim ber bextê fila. Sala îsal ez kuştim bûka koçera, Zalima qîza zalima ez hellandim wek mûm û çira, Were ezê dua kî bikim tû jî bêje amîn, xwezî mêrê te bimira, Serê her du mehê vê pahîzê belkî Xwedê Teala te ji min ra nesîb kira. Lê lê dîlber qurba êvar e, lê roj li ava, Ezê bi heyrana bejna bilind çepilê dirêj ewan dev û lêva, Xwezî bi îman û bi Qur´an‘ê bi wî roja ku ez bibînim tu bibî bûk ez jî bibim zava. منقول | |
|