sebah مديرة الموقع
عدد الرسائل : 152 العمر : 40 البيانات الشخصية : 0 تاريخ التسجيل : 08/08/2008
| موضوع: رسائل كردية sms الثلاثاء أكتوبر 21, 2008 9:29 pm | |
|
Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman bin avê de hişt, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çavreşa min, çima ew hêsiran ji çavê te dirijin, ez dilê xwe jê bikim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bila ew hêsirên çavên te nerijin
_________________EVÎN _____________________
Navê te evîn, TU bi xwe evînek î, roja min te dît, min ne tenê te naz kir, min evîna xwe jî naz kir, ez ne te, ne jî evîna xwe dixwazim wînda bikim, TU û EVÎN bo min dil û can in, dil bê can, can jî bê dil nabe evîna min
_______________________HÊVÎ _____________________
Min di jîyana xwe de sê tişt hez kir, TE, DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN min TE hez kir, çimki ew TU bû, min DILÊ XWE hez kir, çimki wê jî te hez kiribûû HÊVÎKIRIN, çimki ez hêvi dikim, TU min rojek hez bikî û bê HÊVÎ nehêle.
________________________ÇAVREŞA MIN____________________________ Ez çavê te mêze dikim, Stêrkek dibînim, Ez nizanim, Ew ez im , ez nîn im, Ger ew ez bim, ez naxwazim ew stêrk ti rojek roniya xwe wînda bike çavreşa min
__________________________HÊSIRÊN ÇAVÊN TE___________________
Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman bin avê de hişt, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çavreşa min, çima ew hêsiran ji çavê te dirijin, ez dilê xwe jê bikim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bila ew hêsirên çavên te nerijin
_________________________ROJDA
Te roj da min, te ronî da min, te dil da min, te evîn da min, ROJDA , xwedê, te bo min daye
____________________________GULA MIN
Gula min, gula sor, gula zer, gula kesk, TU gula nîşana kurd û kurdistan î. Ez ne te, ne jî kurd û kurdistan berdidim, min we kiriye dil û can
Tu ketîyî xewnên min, tu ketîye dilê min, tu ketîye ruhê min, ez çi bikim
Ji te dûr im, te nabînim. Li ser te ez ciger xwîn im. Çi bêjim ko nikarim bêm, di îro tu cem min nîn î, CIGERXWÎNA MIN
| |
|
روناي عضو نشيط
عدد الرسائل : 14 العمر : 37 العمل/الترفيه : جامعية المزاج : هادئ لكن عصبي احيانا تاريخ التسجيل : 08/10/2008
| موضوع: رد: رسائل كردية sms الأربعاء أكتوبر 22, 2008 2:29 am | |
| بشكرك كتير على اهتمامك بالاكراد واحيي نضالك وشو هالرسائل الحلوة هي مشان كون صريحة لسه ما ترجمت الكل بس فهمت بعضها وانا عم اشتغل على حالي مشان اتقن اللغة الكردية ومرة تانية شكرا الك | |
|